Destpêka Edebiyata Kurdî

Mehmed Uzun. Destpêka Edebiyata Kurdî
Mehmed Uzun. Destpêka Edebiyata Kurdî
2.85 из 5, отдано 16 голосов
"Welê dixuye û tê zanîn ku xebat û tevgerên edebî yên Mehmed Uzun, bi qasî romannivîseriyê di warê lêgerîn û lêkolînên edebiyat û çanda kurdî de jî berbiçav in. Destpêka Edebiyata Kurdî, di warê lêkolînên edebiyata kurdî de gaveke hûr û kûr û nûjen e.

Mehmed Uzun di vê kurtelêgerê de, li ser edebiyat, nivîskar û şahîrên herçar parçeyên kurdistanê yên xuyayî û nexuyayî ne radiweste û bi zimanekî sade û herikbar yê edebî qala wan, xebatên wan û berhemên wan dike. Edebiyata Kurdî mixabin ku gelekî wext her êş û azar kişandiye û bêgav maye, lê belê tevî vê yekê hemû kesp û kosp, keft û leftên hewçend dijwar dane pey xwe û heya roja me hatiye û hêviyeke xurt bi xwe re aniye.

Destpêka Edebiyata Kurdî, heye ku mîna berhemeke kin û kurt bixuye; lê belê ew bi naverok û agahiyên ku di nava xwe de hewandiye, hêja û balkêş û dagirtiye. Ew dê bi van taybetmendiyên xwe her tim rewacdar be û herweha ew dê rê li ber nivîsar û xebatên akademîk yên edebiyata kurdî veke."
  • Категория: легкая проза
  • Правообладатель: Sel Yayıncılık
  • Год написания: 2024
  • Возрастное ограничение: 0+
  • ISBN: 9786257370493
  • Легальная стоимость: 58.02 руб.

Читать книгу «Destpêka Edebiyata Kurdî» онлайн:

Комментарии ():

Вам также может понравиться:

Оставайтесь на связи

Будьте в курсе новостей о выходящих книгах, подпишитесь на нашу еженедельную рассылку:
© 2011-2026. Your Lib. All Rights Reserved.